Dinya

Nêçîrvan Barzanî: "Serkeftî yan têkçûyiyê referandûmê tuneye"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: "Serkeftî yan jî têkçûyiyê referandûmê tuneye. Serkeftin an sernekeftina referandûmê tenê bi aliyekî ve eleqedar nîne, serkeftin ya herkesî ye. Herwiha berevajiyê wê jî ya herkesî ye."

Muhammet Kurşun  | 10.07.2017 - Rojanekırın : 11.07.2017
Nêçîrvan Barzanî: "Serkeftî yan têkçûyiyê referandûmê tuneye"

Arbil

HEWLÊR

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî der barê referandûm serxwebûnê de got: "Serkeftî yan jî têkçûyiyê referandûmê tuneye. Serkeftin an sernekeftina referandûmê tenê bi aliyekî ve eleqedar nîne, serkeftin ya herkesî ye. Herwiha berevajiyê wê jî ya herkesî ye."

Barzanî berêvarî li Hewlêrê beşdarî çilemîn şîna Ezîz Mihemedê Sekreterê Giştî yê berê yê Partiya Kominîst a Iraqê bû û li vir axaftinek kir.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de li ser referandûma serxwebûnê jî sekinî û wiha nirxandin kir:

"Kurdistan di qonaxeke yekcar hestiyar û nazik re derbas dibe. Ji bo derbasbûna vê jî hevkarî, hemahengî, dilsozî û himmeta hemû aliyan lazim e. Îro gelê Kurdistanê û Pêşmergeyê qehreman, bi piştgiriya civaka navneteweyî karî efsane û tirsnakiya DEAŞê têk bişkîne. Pêşmerge bi serberzî ji şer derket ku hemû cîhan destxweşî û aferînê lê dikin. Serkeftina Pêşmerge û bexişandina ew qas qurbaniyan ji bo parastina Kurdistanê û îstiqrara cîhanê bû. Vê yekê jî dengê gelê me û doza wan a rewa biriye asteke bilind. Em wek milletekî zindî û demokratxwaz birine ser nexşeya cîhanê."

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû:

"Ev serkeftinên Pêşmerge di demekê de diçin nav xizmeta armancên stratejîk ên milletê me. Em hemû bi germî û kelecan divê biçin ser sindoqan û referandûmê bi dengê ERê bi serkeftinê encam bidin. Ji bo em bi yekcarê bigihên serxwebûnê. Ev yek jî xewn û armanca hemû şehîdên Kurdistanê ye.

"Referandûm mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye. Milkê hîç kes, alî, partî û pêkhateyekê bi tenê nîne. Ew milkê hemûyan e û kes nikare xwe bi tenê bike xwediyê vî heqî. Ew milkê hemû kurdistaniyan e. Bi hemû pêkhateyên neteweyî, dînî, civakî û siyasî ve herkes xwedî heq e.

Referandûm îmkanek e ku bi şêweyekî medenî û dûr ji şer dengê xelkê Kurdistanê bigihê hemû cîhanê. Ev îmkanek ku xelkê Kurdistanê li ser îradeya xwe biryarê bide û îdî kes nikare niha û di pêşerojê de li ser navê wî biryarê bide. Ev îmkanek e ku em hemû ji cîhanê re bibêjin, em dixwazin mafê xwe yê rewa bi rêya diyalog û aştiyê bi dest bixin.

Çawa ku me pêştir selimandiye, emê careke din biselmînin ku em faktorê aramî û îstiqrarê ne di herêmê de. Biserxistina referandûmê divê bibe xala komkirina hemû aliyên siyasî, neteweyî û ayînî yên Kurdistanê. Nabe bibe xaleke cudabûn û nakokiyê. Divê ragihandin di vê mijarê de hessas tevbigere û xelkê ji referandûmê sar neke."

Di dawiya axaftina xwe de raya xwe wiha anî ziman:

"Serkeftî yan jî têkçûyiyê referandûmê tuneye. Serkeftin an sernekeftina referandûmê tenê bi aliyekî ve eleqedar nîne, serkeftin ya herkesî ye. Herwiha berevajiyê wê jî ya herkesî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.