Dinya

Nîqaşên li ser "rewşa tenduristiya" Xameneyê mezinê Îranê

Elî Xameneyê mezinê Îranê yê ku di van demên dawîn da li ser tenduristiya wî dikevin nîqaşan xitabî fermandaran kir.

19.04.2017 - Rojanekırın : 19.04.2017
Nîqaşên li ser "rewşa tenduristiya" Xameneyê mezinê Îranê

Tahran

TAHRAN

 Hat ragihandin ku Elî Xameneyê mezinê Îranê yê ku di van demên dawîn da li ser tenduristiya wî dikevin nîqaşan xitabî fermandaran kir.

Li gor xebera ku di "khamenei.ir" a malpera fermî ya Xameney da hat weşandin, Xameney li Tehrana paytextê Îranê ji bo Roja Artêşê xitabî fermandarên Mihafizên Şoreşê û artêşê kir û rojev nirxand.

Xameney di axaftina xwe da der barê pirsgirêkên aboriya welêt da got, "Dibê rayedar bi pirsgirêka debara welatiyan ra eleqedar bibin. Dijmin ji aliyê aboriyê ra êrîşî neteweya me dikin. Ji ber vê dibê girîngiyê bidin ser pirsgirêkên îqtisadî."

- "Dibê her kes qîmeta hilbijartinan bizanibe"

Xameney der barê hilbijartina Serokomariyê ya ku di 19ê gulanê da bê kirin da wiha pê da çû:

"Dibê her kes qîmeta hilbijartinan bizanibe. Dewlet, gel, her kes. Dibê tevlîbûna hilbijartinê ya gel a berfireh bê pêkanîn. Dibê em destûrê nedin ku hêzên biyanî hilbijartina me wek rûreşiyê nîşan bidin."

Ehmed Xatemiyê berdevkê Meclisa Îranê meha borî di daxuyaniya xwe da destnîşan kiribû ku ji bo namzedê ku bê dewsa Xameneyê mezinê Îranê eşkere bikin komisyon hat avakirin, nika li ser 10 namzedên halêhazir dixebitin. Xameneyê 78 salî di sala 2014an da ji ber şêrpençeya prostatê emeliyat bibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.