Dinya

Operasyona rizgarkirina Telaferê dest pê kir

Operasyona rizgarkirina Telaferê ya ji destê DEAŞa rexistina terorê dest pê kir

20.08.2017 - Rojanekırın : 21.08.2017
Operasyona rizgarkirina Telaferê dest pê kir

Arbil

BEXDA

 Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî daxuyand operasyona rizgarkirina Telaferê ya ji destê DEAŞa rexistina terorê dest pê kir.

Ebadî li ser televizyona dewletê wiha got: "Bajarê Telaferê ber bi xilaskirinê va diçe. Tu çareya milîtanên DEAŞê yên li bajêr nema. Ewê an teslîm bibin, an jî bên kuştin."

Ebadî behsa hêzên ku wê beşdarî operasyonê bibin jî kir û wiha axivî: "Leşkerên Iraqê, tîmên dijî terorê, polêsên federal û hêzên Heşdî Şebî di operasyonê de cih digrin."

Rayedarên Iraqê daxuyandibûn ku hindik maye operasyona Telaferê dest pê bike û gotibûn 40 hezar hêzên ewlehiyê wê beşdarî operasyonê bibin.

Telafer 63 kîlomêtro rojavayê Mûsilê ye û zêdetir tirkmen lê dijîn.

Bajêr ji 16ê hezîrana 2014an vir va di destê DEAŞê de ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın