Dinya

Operasyonên artêşa Misrê yên li Sînayê

Li Misrê di roja 11an a "2018 Operasyona Sînayê" ya li dijî unsûrên terorî hat destpêkirin de 3 esker hatin kuştin, 3 esker birîndar bûn

Sevim Hatun  | 19.02.2018 - Rojanekırın : 19.02.2018
Operasyonên artêşa Misrê yên li Sînayê

Al Qahirah

QAHIRE

Hat ragihadin ku li Misrê di roja 11an a "2018 Operasyona Sînayê" ya li dijî unsûrên terorî hat destpêkirin de 3 esker hatin kuştin, 3 esker birîndar bûn.

Di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin ku, di roja 11an a operasyonê de 3 esker hatin kuştin, 3 esker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya operasyonê de êrişa esmanî birin ser 5 noqteyan, bi topavêjan êriş birin ser 166 ciyan; herwiha 4 milîtanên biçek hatin kuştin û 147 milîtan jî hatin qefaltin.

Hejmara milîtanên ji destpêkê heta niha hatine kuştin gihîşt 67an û hejmara yên hatin qefaltin jî bû hezar û 734.

Artêşa Misrê ragihandibû ku di 9ê sibatê de li dijî unsûrên terorî yên li Nîvgirava Sînayê ji hewa, beja û behrê ve "2018 Operasyona Sînayê" dane destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın