Dinya

Parlementerên Ewropayî AK Partî ziyaret kir

Parlementerên Ewropayî ji bo ku geşedanên herêmê di cî da lêkolîn bikin hatin Diyarbekirê. Parlementeran Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya AK Partiyê ziyaret kir.

İbrahim Atmaca  | 24.10.2016 - Rojanekırın : 25.10.2016
Parlementerên Ewropayî AK Partî ziyaret kir

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Parlementerên Ewropayî ji bo ku geşedanên herêmê di cî da lêkolîn bikin hatin Diyarbekirê. Parlementeran Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya AK Partiyê ziyaret kir.

Heyeta ku ji Parlementerê Bosnayê Dennîs Gratz, endamên Parlementoya Ewropayê (PE) Julie Ward, Klaus Buchner û Frank Engel, Serokê Hereketa Taban ya Dijberên Nijadperestiyê ya Ewropayê ya Fransayê (EGAM) Benjamin Abtan, ji rêvebirên Însiyatîfa Ciwanan ya Mafên Mirovan yên Rusya, Sirbistan, Hirvatistan, Danimarka, Kosavayê pêk tê, Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya AK Partiyê ziyaret kir û der heqê krîza penaberan ya li Iraq û Sûriyê da fikr hildan.

Alîkarê Serokbajarê AK Partiyê Mustafa Sarihan di ziyaretê de axivî û got ku Tirkiyê timî ligel aştî û biratiyê ye.

Sarihan diyar kir, krîza penaberan ya ku ji ber geşedanên Sûriye û Iraqê rû dide, ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, pirsgirêka hemû dinyayê ye û wiha dewam kir: "Sûriyeyî û iraqiyên ku mecbûr dimînin û koç dikin, em wan li welatê xwe dikin mêvan û hemû pêdiviyên wan peyda dikin. Welatê me bêyî ku firqiyetê bike nav nijad, dîn, ziman û mezhebên wan ji 2 milyon û nîvî zêdetir penaberên sûriyeyî û iraqî xwedî derdikeve û me heta niha ji 10 milyar dolarî zêdetir jî pere xerc kiriye. Ev alîkariyên me wê ji vir şûnda jî bidomin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.