Dinya

Penaber tên tehliyekirin

Penaberên li kampa Îdomeniyê tên tehliyekirin.

24.05.2016 - Rojanekırın : 25.05.2016
Penaber tên tehliyekirin

Greece

ÎDOMENÎ

 Penaberên ku li kampa Îdomeniyê ya li ser sînorê Makedonyayê ya Yewnanistanê ne, ji hêla leşkerên yewnan ve ji kampê tên tehliyekirin.

Leşkerên yewnan bi piştgiriya firokeyan ve 500 penaber li otobêsan siwar kirin û ji bo ku wan bibin kampên penaberan ên din rê ketin.

Operasyona tehliyekirinê serê sibê dest pê kir. Polês nahêlin ku rojnameger bikevin kampa Îdomeniyê, nêzîkî têlên li aliyê Makedonyayê bibin û dîmenan bikşînin.

Rayedarên yewnan duh daxuyandibûn ku sewqkirina penaberan a ji bo kampên din wê hefteyekî zêdetir bikşîne, zor û zextî wê li penaberan neyê kirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın