Dinya

Piştgiriya Tirkiyê ji bo zelzelezedeyên Herêma Kurdistanê didome

Saziya AFADê ku girêdayî Serokwezîriyê ye 250 betanî li gundekî bi navê Bemo yê Helebceyê belav kirin

Muhammet Kurşun  | 16.11.2017 - Rojanekırın : 17.11.2017
Piştgiriya Tirkiyê ji bo zelzelezedeyên Herêma Kurdistanê didome

Arbil

SILÊMANΠ

Tirkiyê piştî zelzeleya roja yekşemê li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistanê arîkariya pêşî roja duşemê gihande cihê bûyerê û wê piştevaniyê hê jî didomîne.

Saziya AFADê ku girêdayî Serokwezîriyê ye 250 betanî li gundekî bi navê Bemo yê Helebceyê belav kirin.

Wek din arîkariya saziyên Tirkiyê li temamê bajar û navçeyên herêma Kurdistanê didome.

Serokê Giştî yê AFADê Mehmet Gulluoglu jî digel tîman beşdarî xebatên belavkirina arîkariyan dibe.

Yek ji welatiyên zelzelezede Silêman Ferec bo peyamnêrê AAyê axivî û got ewan di erdhejê de ziyaneke mezin dîtiye û ev arîkariyên ku tên kirin ji bo wan muhîm in.

Silêman Ferec got ji ber tirsa dubarebûna zelzeleyê li derve dimînin û di nav çadirên ku li wan tên belavkirin de radizên.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.