Dinya

PKK/PYDyê li Sûriyeyê qada neftê ya herî mezin bi dest xist

Li Dêrazorê qada neftê ya ku li vî welatî herî mezin e û di destê DEAŞê da bû, ket bin kontrola rêxistina terorê PKK/PYDyê

Önder Beyter  | 22.10.2017 - Rojanekırın : 23.10.2017
PKK/PYDyê li Sûriyeyê qada neftê ya herî mezin bi dest xist

Deyru z Zor

DÊRAZORÊ/ANKARA

Rêxistina terorê PKK/PYDyê li parêzgeha Dêrazorê qada neftê ya herî mezin a welat ya li rojhilatê Çemê Feratê ya ku di destê DEAŞê da bû, bi dest xist.

Pêşreviya rêxistina terorê PKK/PYDyê ya di çarçoveya operasyona Dêrazorê ya ku bi piştevaniya DYAyê va di 9ê îlonê da hatibû destpêkirin, li dewrûbera bakurê parêzgehê berdewam e.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, qada neftê El Omer ya ku li welat mezintirîn binkeya neftê ye û li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê dimîne, ket bin kontrola PKK/PYDyê.

Ji hêla din hat ragihandin, piştî ku DEAŞ bi temamî ji navenda bajarê Reqayê vekişiya, PKK/PYDyê hin endamên xwe derbasî Dêrazorê kirin.

Rêxistina terorê PKK/PYDyê di 23yê îlonê da li dewrûbera bakurê Dêrazorê tesîsa xazê ya herî mezin "Konoko" dagir kiribû û dû ra jî qada neftê Cafra bi dest xistibû.

Li gorî pîvana qad û nexşeyê ya bi destê AAyê, PKK/PYD nêzîkî ji çaran yekê xaka Sûriyeyê dagir kiriye.

Li rojhilatê Çemê Feratê yê ku Dêrazorê dike du keriyan, qad û binkeyên neftê yê herî mezin hene.

DEAŞê di nava van 3 salên bihurî da ji seheyên neftê yên destnîşankirî, bi milyonan dolar dahat bi dest xistibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.