Dinya

Putîn û Esed li Soçiyê hatin bal hev

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn bi Esedê Serokê Sûriyeyê re li bajarê Soçiyê hat bal hev.

Fatih Gazioğlu  | 21.11.2017 - Rojanekırın : 21.11.2017
Putîn û Esed li Soçiyê hatin bal hev

Moskova

MOSKOWA 

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi Beşar Esedê Serokê Sûriyeyê re li bajarê Soçiyê hat bal hev.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Kremlînê hat dayîn, Putîn di hevdîtinê de got divê pevajoya leşkerî ya li Sûriyeyê êdî xilas bibe û pevajoya siyasî dest pê bike.

Di daxuyaniyê hat gotin ku Putîn ji Esed re wiha got: "Ez fikra wê ya der heqê Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê meraq dikim. Di pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de pevajoyeke siyasî wê bê meşandin, li vê derê nêrîna we gelekî girîng e."

Li gor daxuyaniyê Esed jî got ku ew ji bo diyalogê amade ne ku bi hemû aliyan re biaxivin û wiha peyivî: "Em di pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê de naxwazin hêzên derva têkil bibin, di vê meseleyê de em ji piştgiriya Rûsyayê bawer in."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın