Dinya

PYD/PKKyê ji ber qutifînê wê li Efrînê protestoyan bike

Li Efrîna Sûriyeyê ya ser sînorê Tirkiyeyê PYD/PKK ciwanan bi zorê berhev dike û çekan dide destê wan. Rêxistin qaşo ji bo çalakiya protestoyê wê dikanan bi zorê bigire.

17.01.2018 - Rojanekırın : 18.01.2018
PYD/PKKyê ji ber qutifînê wê li Efrînê protestoyan bike

Azez

EZEZ/ANKARA 

PYD/PKKya rêxistina terorê li Efrînê di nav 2 rojan da bi qasî 130 ciwan hilda nav rêxistinê û bi çek û rext ew şand eniyan. Rêxistin ji bo amadehiyên operasyonên Tirkiyeyê protesto bike wê hemû dikanên li navçeyê bi zorê bigire.

Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên pê bawer ên li Efrînê hildan PYD/PKK ji ber amadehiyên operasyona Tirkiyeyê zext û tundiya li ser şêniyên Efrînê zêde kir.

Di 2 rojên dawîn da rêxistinê li navenda navçeyê bi qasî 80 ciwanên ku temenê wan di navbera 18-30yî da ne û li bajaroka Racoyê jî 50 ciwan girt.

Nêzî 130 ciwan bêyî perwerdekirina çekdarî rasterast sewqî ser eniyan kirin. Li Efrînê gelek malbat ciwanên xwe ji ber rêxistinê di malên xwe da vedişêrin.

PYD/PKKyê di salên borî da jî li Efrînê bi darê zorê gelek ciwan hildabû nav rêxsitinê. Şêniyên Efrînê û malbatên ciwanan ên ku keç jî di nav wan da hebûn gelek caran rêxistinê protesto kirin.

Ji hêla din va PYD/PKK li navçeyê ji bo Tirkiyeyê protesto bike ji esnafan xwest ku bila dikanên xwe venekin. Rêxistinê ragihand ku wê ceza li esnafên dikanên xwe negirin bê birîn.

Ji sedî 65ê sînorê di navbera Tirkiye-Sûriyeyê da di bin dagirkeriya PYD/PKKê da ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın