Dinya

"Pêşmergeyê YNKê bi Heşda Şebiyê re li hev kirin"

Hat îdiakirin ku li Kerkûka bajarê Iraqê pêşmergeyên girêdayî YNKê bi Heşda Şebiyê re li hevdu kirin û vekişîn eniya başûr

Sevim Hatun  | 16.10.2017 - Rojanekırın : 16.10.2017
"Pêşmergeyê YNKê bi Heşda Şebiyê re li hev kirin"

Arbil

KERKÛK

Hat îdiakirin ku li Kerkûka bajarê Iraqê pêşmergeyên girêdayî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi Haşda Şebiyê re li hevdu kirin û vekişîn eniya başûr a bajêr.

Fermandarê Eniya 5emîn a li rojhilatê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji nûçegihanê AAyê re axivî. Kerkûkî îdia kir ku, "Pêşmergeyên li başûrê Kerkûkê yên li eniya 4emîn, bi hikûmeta navend a Iraqê re li hev kirin û ber bi navenda bajêr ve vekişîn."

Kerkûkî got ku li ser vekişîna pêşmergeyên li başûrê herêmê ji Hewlêrê ber bi herêmê ve pêşmerge birê ketin.

Hatibû ragihandin ku li eniya 4emîn a li başûrê Kerkûkê pêşmergeyên girêdayî YNKê hatine bicîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın