Dinya

Qada Asîmanî ya Tirkiyeyê ji Herêma Kurdistana Iraqê re hat girtin

Bozdag: "Ji niha pê ve dê tu balafir nekare Qada Asîmanî ya Tirkiyeyê bi kar bîne û ber bi balafirgehên li Birêvebiriya Herêmî ya Bakurê Iraqê ve bifire û ji wir jî dê tu balafir jî nekare ku Qada Asîmanî ya Tirkiyeyê bi kar bîne."

Elif Orhan  | 16.10.2017 - Rojanekırın : 17.10.2017
Qada Asîmanî ya Tirkiyeyê ji Herêma Kurdistana Iraqê re hat girtin

Ankara

ANKARA

Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag:

"Di Lijneya Giştî ya Ewlehiya Neteweyî de di çarçoveya biryara pêşniyazê ya hat kirin ya wekî ku Qada Asîmanî ya Tirkiyeyê ji bo cihên li Herêma Kurdistana Iraqê re bên girtin de Lijneya me ya Wezîran ji seferan re girt. Ji niha pê ve dê tu balafir nekare Qada Asîmanî ya Tirkiyeyê bi kar bîne û ber bi balafirgehên li Birêvebiriya Herêmî ya Bakurê Iraqê ve bifire û ji wir jî dê tu balafir jî nekare ku Qada Asîmanî ya Tirkiyeyê bi kar bîne."

"Di Lijneya Ewlehiya Neteweyî de pêşniyazî hikûmeta me kirin ku Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl a ku di nav gel de wekî Deriyê Sînor ê Xabûrê tê zanîn dewrê hikûmeta Iraqê bikin bila xebat bidin destpêkirin. Lijneya me ya Wezîran jî di çarçoveya vê pêşniyazê de biryar sitand û der barê vê mijarê de wezaretên eleqedar, wezaretan, peywirdarên kamûyê ev xebat dan destpêkirin. Tabiî dema ku xebat xilas bûn ev derî dê bi temamî bikeve bin kontrola hikûmeta Iraqê û wir jî dê mixatabê Tirkiyeyê hikûmeta Iraqê be."

 "Pêngava ku hikûmeta Iraqê ji bo Kerkûkê avêt di rastiya xwe de pêngaveke derengmayî ye. Ji ber ku wir dijî yekîtiya axa Iraqê, mafên desthilatdariyê, yekîtiya siyasî û destûra wê ya bingehîn êrîşek heye. Helbet em girîngiyê didin pêngaveke ku ji bo defkirina vê êrîşê hat avêtin."

"Ez dixwazim bibêjim ku der heqê pergala hilbijartinê û benda hilbijartinê de tu xebatên guherînê tunin."

"(Têkiliyên li Enqereyê yên heyeta Wezareta Karên Derve ya DYAyê) Dê sibê bi arîkarên misteşarên wezaretên Karên Derve, Edalet û Karên Navxweyî re bên bal hev û bi hev re nirxandin bikin. Ez car din dixwazim bibêjim ku heke ev qeyrana vîzeyê demek dirêj berdewam neke dê ev kêrî her du welatan jî bê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.