Dinya

Qeza trênê ya li Hîndistanê

Di qezaya ku trêna rêwiyan ji rê derket da hejmara miriyan derket 104an.

20.11.2016 - Rojanekırın : 21.11.2016
Qeza trênê ya li Hîndistanê

Ankara

PUKHRAYAN

Eyaleta Uttar Pradeşê ku dikeve bakurê Hîndistanê di qezaya ku trêna rêwiyan ji rê derket da hejmara miriyan derket 104an.

Midûrê Giştî yê Emniyetê Daljeet Chaudhary got ku yekeyên ewlehiyê û gel bi hev ra xebatan didomînin û cesedê 104 kesan ji trênê hat derxistin.

Qeza li gor saeta herêmê di 03.10an da li Pukhrayana bajaroka nêzî bajarê Kanpûrê çêbû. Trêna ku di navbera Patna-Indoreyê diçe û tê, 14 vagonên wê ji rêhesinê derketin. Sedema qezayê hê ne diyar e û xebatên rizgarkirinê berdewam in.

Serokwezîr Narendra Modi di daxuyaniya xwe da gotibû ku ew nikare êş û kedera xwe bi peyvan îfade bike û her wiha serxweşî dabû xizmên kesên ku mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın