Dinya

"Referandum di nav pêşaniyên Bexdayê da nîne"

Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê ku bi Lijneya Referandumê ya Bilind a Herêma Kurdistana Iraqê ra civiya destnîşan kir ku "referandum di nav pêşaniyên Bexdayê da nîne."

Nihat Kavşut  | 15.08.2017 - Rojanekırın : 16.08.2017
"Referandum di nav pêşaniyên Bexdayê da nîne"

Arbil

BEXDA

Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê ku bi Lijneya Referandumê ya Bilind a Herêma Kurdistana Iraqê ra civiya destnîşan kir ku "referandum di nav pêşaniyên Bexdayê da nîne."

Lijneya Referandumê ya Bilind a Herêma Kurdistanê ji bona li ser meseleya referandumê biaxivin ji Hewlêrê hat paytext Bexdayê û bi Ebadî ra civiya.

Piştî hevdîtinê Sadî Ehmed Pireyê Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştamanî ya Kurdistanê (YNK) yê ji endamên lijneyê ye daxuyanî da û destnîşan kir bi gelemperî hevdîtina bi Ebadî ra baş derbas bûye û got li ser referandumê axivîne.

Pire diyar kir daxwazên kurdan û hêviyên ji referandumê anîne rojevê û got digel vê Ebadî ji bona referandumê eşkere kiriye ku "referandum di nav pêşaniyên Bexdayê da nîne."

Sadî Ehmed Pire destnîşan kir ku di mijarên din da jî Ebadî wiha gotiye: "Kurd wekî dewletekê hereket dikin, aboriyeke wan a serbest heye, neftê îxrac dikin û pêşmergeyên wan ên alaya Iraqê li ser wan tuneye hene."

Pire destnîşan kir lijneyê jî wek bersiv ji Ebadî ra wiha gotiye: "Kurd ji bona pêşeroja xwe di nav metrisiyê da ne û qewl û soz dixwazin."

Di Lijneya Referandumê ya Bilind da Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û hin nûnerên kêmneteweyan cî dirin. Tevgera Goranê ya serkêşiya mixalefetê dike û Partiya Civaka Îslamî (Komel) di lijneyê da cî negirtibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın