Dinya

Referanduma nemeşrû ya li HKIyê

Rûsyayê diyar kir ku ew piştgiriyê dide yekîtiya axa Iraqê.

Sevim Hatun  | 27.09.2017 - Rojanekırın : 27.09.2017
Referanduma nemeşrû ya li HKIyê

Moskova

MOSKOVA

Rûsyayê bal kişand ser referanduma nemeşrû ya li Herêma Kurdistana Iraqê roja duşemê û destnîşan kir ku dibe li herêmê alozî çêbe û ragihand ku ew piştevaniyê didin yekîtiya axa Iraqê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê hat gotin ku lazim e ji bo parastina yekîtiya axa Iraqê çareseriyeke ku bê qebûlkirin were dîtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rûsya cardin diêbejê ku ew piştgiriyê dide yekîtiya axa Iraqê û dibêje lazim e ji gavên dibe ku bibin sedema bûyerê nexweş dûr bê sekinandin."

Hikûmeta Iraqê ragihandibû ku referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê kir li dijî destûra bingehîn a 2015an ne û diyar kiribû ku ew encamê nas nakin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın