Dinya

"Referandûm daxwaz û îradeya xelkê Kurdistanê ye"

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Patrick Simonetta:"Yekîtiya Ewropa dixwaze ewlewiyeta şerê li dijî DEAŞê neguhere. Der barê referandûmê de divê diyalogeke ciddî bi arîkariya dostan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike"

Muhammet Kurşun  | 22.06.2017 - Rojanekırın : 23.06.2017
"Referandûm daxwaz û îradeya xelkê Kurdistanê ye"

Arbil

HEWLÊR

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeteke ji balyoz û konsolosên Yekîtiya Ewropayê li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk dihat kir.

Li gor malpera resmî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Barzanî bi heyeta bi serokatiya Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Patrick Simonetta re civiya.

Di hevdîtinê de Simonetta kêfxweşiya xwe ji bo pêşwaziyê anî ziman û qurbaniyên Pêşmerge û xelkê Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan de bilind nirxand.

Herwiha pesnê hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û hevkariya di şerê terorê de da.

Der barê referandûmê de jî got:

"Yekîtiya Ewropa dixwaze ewlewiyeta şerê li dijî DEAŞê neguhere. Der barê referandûmê de divê diyalogeke ciddî bi arîkariya dostan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike."

Nêçîrvan Barzanî jî wiha nirxandin kir:

"Divê diyalogeke ciddî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dest pê bike da ku problem werin çareserkirin û atmosfera bihevrejiyanê were parastin. Ewlewiyeta Herêma Kurdistanê şerê li dijî terorîstên DEAŞê ye. Ev bi tu awayî naguhere. Hemahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de di asteke pir bilind de ye. Loma jî serkeftinên mezin bi dest ketine. Dê hewlên me ji bo tunekirina DEAŞê bidomin.

Referandûm daxwaz û îradeya xelkê Kurdistanê ye ji bo diyarkirina pêşeroja xwe. Emê ji bo dîtina çareseriyeke guncan xebatên xwe zêdetir bikin."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.