Dinya

Rejima Sûriyeyê dorpêça li ser Rastanê mezin dike

Rejima Sûriyeyê ji bendava li Rastanê navçeya Humsê av kişand, cotkar û masîgirên li herêmê di tengasiyê da hîşt.

Haydar Şahin  | 25.05.2017 - Rojanekırın : 26.05.2017
Rejima Sûriyeyê dorpêça li ser Rastanê mezin dike

Hims

HUMS

Rejima Sûriyeyê ji bendava li Rastanê navçeya Humsê av kişand, cotkar û masîgirên li herêmê di tengasiyê da hîşt.

Rejimê deriyên Bendava Rastanê vekir, ava bendavê vekişiya û cotkarên ku zeviyên xwe av didin û kesên ku di bendavê da masiyan xwedî dikin di tengasiyê da man. Bendav di sala 1958an da bi destê Sûriye û Misrê li ser Çemê Asiyê hatibû avakirin û ji wê rojê hetanî îro ji bo herêmê zehf girîng e.

Cotkar nikarin ji bendavê avê pompeyî zeviyên xwe bikin, ji ber vê jî gelê Rastana ku ev 4 sal e di nav dorpêçê da ye trajediyeke mezin dijîn û derdê wan mezin dibe.

Bi valabûna ava bendavê va fabirqeya ku Fransayê di salên dagiriyê da ji bo vejenê çêkiribû û bi avakirina bendavê va di binê avê da mabû jî derkete holê.

Gelê herêmê dibêjin ku bi valakirina ava bendavê va ablukaya li ser cotkar û masîgiran a ku 4 sal e dewam dike hat mezinkirin.

Mîhran Tahayê cotkar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rejimê deriyên bendavê vekir û av zehf kêm bû, ji ber vê jî cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin, dewlemendiya masiyên bendavê jî tê ziyankirin.

Taha got ev jî li ser cotkarî û masîgiriyê ku gelê herêmê pê nanê xwe bi dest dixe tesîreke neyînî dike.

Ebû Mihemedê masîgir jî got, "Rejim bi vê kirina xwe va ceza nade mixalifan. Li vê derê zirara herî mezin sivîl dibînin. Herî zêde jî zirar li masîgiran ket, êdî mimkun nîne ku li vê derê masiyan xwedî bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın