Dinya

Rewşa koçberên navxwe yên Iraqê

Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Caf: "Jimara koçberên navxweyî yên li Iraqê ji hezîrana 2014an vir ve gihaşt 5 milyonî. Ji van kesan 2 milyon û 100 hezarê wan jî vegeriyan malên xwe yên li herêmên ku ji DEAŞa rêxistina terorê hatin xilaskirin."

Elif Orhan  | 17.08.2017 - Rojanekırın : 17.08.2017
Rewşa koçberên navxwe yên Iraqê Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Casim Caf ( Murtadha Sudani - Anadolu Agency )

Arbil

BEXDA

Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Casim Caf diyar kir ku ji 5 milyon kesên ku ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê ji malên xwe bûn 2 milyon û 100 hezarê wan vegeriyan malên xwe.

Wezîr Caf li paytext civîna çapemeniyê li dar xist û got "Jimara koçberên navxweyî yên Iraqê ji hezîrana 2014an vir ve gihaşt 5 milyonî. Ji van kesan 2 milyon û 100 hezarê wan jî vegeriyan malên xwe yên li herêmên ku ji DEAŞa rêxistina terorê hatin xilaskirin."

Caf da zanîn ku hê 2 milyon û 900 hezar kes jî ji malên xwe dûr in û qal kir ku 750 hezar koçberên navxweyî jiyana xwe li kampan didomînin.

Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di 10ê hezîrana 2014an de Mûsil û pişt re jî qismeke wilayetên Selahaddîn, Enbar, Kerkûk û Diyalayê bi dest xist li welêt pêleke mezin a koçberiyê dest pê kiribû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın