Dinya

Rêxistina terorê YPGyê li ser pêşniyara DYAyê navê xwe guherand

Fermandarê Hêzên Taybet ên DYAyê Orgeneral Thomas diyar kir ji ber ku Tirkiye, YPGyê wekî girêdayî PKKyê dibîne, wan pêşniyar li YPGyê kir ku navê xwe biguherîne. Li ser vê, rêxistinê jî navê xwe wekî "Hêzên Sûriyeya Demokratîk" guherand.

22.07.2017 - Rojanekırın : 22.07.2017
Rêxistina terorê YPGyê li ser pêşniyara DYAyê navê xwe guherand

Ankara

WASHINGTON

 Fermandarê Hêzên Taybet ên DYAyê Orgeneral Raymond Thomas diyar kir ji ber ku Tirkiye, YPGyê wekî girêdayî PKKê dibîne, wan pêşniyar li YPGyê kir ku navê xwe biguherîne. Li ser vê, rêxistinê jî navê xwe wekî "Hêzên Sûriyeya Demokratîk" guherand.

Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê Thomas, di civîna ewlehiyê ya salane ku Enstîtuya Aspenê li eyaleta Coloradoyê organîze kir da axivî û der barê PKK/PYDya rêxistina terorê da agahî da.

Orgeneral Thomas bal kişand ser xebat û hevkariyên ku li Sûriyeyê bi komên kurd ra dikin û herwisa bi awayekî eşkere qala navguhertina YPGya baskê eskerî yê PYDya şaxa PKKyê kir.

"Me ji wan ra got, lazim e hûn navê xwe biguherînin"

Thomas destnîşan kir ku PKK/PYD bi hev ra dixebitin û wiha pê da çû: "Ew bi fermî ji xwe ra dibêjin YPG û tirk jî dibêjin ev û PKK wek hev in. Ji me ra jî digotin, 'Hûn bi rêxistina terorê ya neyarê min ra muxatab dibin, hûn wekî hevkarekî me çawa vê yekê dikin?' Li ser vê yekê me jî ji wan ra got ku divê hûn navê xwe biguherînin. Mesela me ji wan ra got ji bilî YPGyê hûn dixwazin xwe çawa bi nav bikin. Piştî rojekî wan navê xwe wek 'Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê' îlan kir."

Orgeneral Thomas destnîşan kir ku di têkoşîna li hemberî DEAŞê da ew, PKK/PYDyê wekî şirîkekî çalak dihesibînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.