Dinya

Rêxistina terorî PKK/PYDyê li Sûriyeyê êrişî jineke sivîl kir

Li bakurê Sûriyeyê li Dadatê rêxistina terorî PKK/PYDyê li pêşiya mala wê gule berda serê jineke sûriyeyî û ew xedar birîndar kir.

30.04.2017 - Rojanekırın : 01.05.2017
Rêxistina terorî PKK/PYDyê li Sûriyeyê êrişî jineke sivîl kir

Ankara

ANKARA

Li bakurê Sûriyeyê li Dadatê mensûbên rêxistina terorî PKK/PYDyê li pêşiya mala wê gule berdan serê Fatma El Haşheşê û ew xedar birîndar kirin. Jina birîndar bona tedawiyê anîn Tirkiyeyê.

Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê da hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê çalakiyên rêxistina terorî PKK/PYDyê yên dijî sivîlên bêguneh berdewam in.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku rêxistina terorî roja 27ê Nîsana 2017an li bakurê Sûriyeyê li gundê Dadatê lê pêşiya mala Haşheşê gule agir kirin û Haşheş ji serê wê va birîndar kirin.

Hat destnîşankirin jina ku ji serê xwe xedar birîndar bû, destxwera anîn Tirkiyeyê û bona dermankirinê li nexweşxaneyê dan razandin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat bibîrxistin ku li herêma Cerablusê di 25ê Rêbendana 2017an da bûyereke bi heman rengî qewimîbû, li gundê Şiyûkê 7 erebên sûriyeyî yên ku xwestibûn biçin malên xwe, di êrişa terorîstên PYDyî da hatibûn kuştin.

Dîsa di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku rêxistina terorê PYD li gundên herêma Minbicê seba guhertina demografiyê çalakiyên bi vî rengî dike û wiha hat gotin, "Lêbelê li qada Hemleya Mertala Feratê ku di destê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê da ye jî xelk pir bextewar e ku vegeriyan ser cih û warên xwe û jiyana xwe wek berê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın