Dinya

Rûsya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018an hat meni'kirin

Komîteya Navneteweyî ya Olîmpiyatê (IOC) Rûsya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018an meni' kir.

Muhammet Kurşun  | 05.12.2017 - Rojanekırın : 06.12.2017
Rûsya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018an hat meni'kirin

Luzern

CENEVRE

Komîteya Navneteweyî ya Olîmpiyatê (IOC) Rûsya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018an meni' kir û rê da ku atletên Rûs yên ku testên wan ên dopîngê paqij derketin di pêşbaziyan de serbixwe mucadeleyê bikin.

Piştî civîna Lijneya Îcrayê ya IOCê li Lozana bajarê Swîsreyê daxuyaniya nivîskî hat weşandin û hat ragihandin ku Rûsya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018an li PyeongChangê hatiye meni'kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku atletên Rûs yên ku testên wan ên dopîngê paqij derketine dê bikaribin bi awayekî serbixwe beşdarî Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018an bibin.

Hat destnîşankirin ku dê atletên Rûs di Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018an de bi navê "atletê olîmpîk ê ji Rûsyayê beşdar dibe" mucadeleyê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın