Dinya

Salvegera 67emîn a beşdariya lîvaya Tirkiyeyê ya Cenga Koreyê

Salvegera 67emîn a beşdariya lîvaya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Cenga Koreyê bi merasima ku li Koreya Başûr hat lidarxistin hat bibîranîn

Elif Orhan  | 18.10.2017 - Rojanekırın : 18.10.2017
Salvegera 67emîn a beşdariya lîvaya Tirkiyeyê ya Cenga Koreyê

Seoul-t ukpyolsi

SEUL

Salvegera 67emîn a beşdariya lîvaya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Cenga Koreyê bi merasima ku li Koreya Başûr hat lidarxistin hat bibîranîn.

Merasim li bajarê Yong-îna ku 60 kîlometro dûrî Seûla paytext e li bîrdariya ku ji bo bîranîna eskerên tirk hatiye çêkirin hat kirin û Balyozê Seûlê yê Tirkiyeyê Arslan Hakan Okçal, rayedarên eskerî, hin nûnerên mîsyonê û xaziyên şer ên koreyî beşdarî merasimê bûn.

Merasim bi sekna rêzigrtinê ya ji bo şehîdan dest pê kir, di merasimêde sirûdên neteweyî yên Tirkiye û Koreya Başûr hatin xwendin û beşdarvanan çelenk danîn bîrdariyê.

Balyoz Okçal di bernameya ku ji aliyê Fermandariya Tumena 55emîna Koreya Başûr û Ataşetiya Eskerî ya Seulê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin de axivî û di salvegera 67emîn a beşdariya yekîneyên tirkan a ji bo Cenga Koreyê de têkiliyên biratiyê yên di navbera her du welatan de destnîşan kir û bal kişand ku bi saya fedakariya eskerên tirk gelên her du welatan hev wekî bira dibînin.

Okçal diyar kir ku di maweya ku ji Şerê Koreyê vir ve derbas bû de Tirkiye û Koreya Başûr wek aktorên gerdûnî di rêya pêketina aboriyê de pêşketineke girîng bi dest xistin û wiha axivî: "Emê bi hev re bîranîna şehîdên xwe yên ku di Cenga Koreyê de jiyana xwe feda kirin rûmet bikin."

Serokê Komeleya Mitefiqên Cenga Koreyê Chî Kap Jong jî got ku 462 eskerên tirk ên ku li Şehîdiya Tirkan a li bajarê Bûsanê nemirine û parêzvanê hemû nîvgirava Koreyê ne û got ku "Gelê Koreya Başûr dê tu carî fedakariyên tirkan ji bîr neke."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın