Dinya

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg daxwaza lêborînê ji Tirkiyê kir

Stoltenberg: "Ew kesê bû sedema bûyeran ne xebatkarê NATOyê ye. Karmendekî sivîl ê ku ji hêla Norwêcê va bi peyman hatiye wezîfedarkirin e."

Ekip  | 17.11.2017 - Rojanekırın : 17.11.2017
Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg daxwaza lêborînê ji Tirkiyê kir

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

BRÜKSEL

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku ew ji bûyerên di tetbîqata Trident Javelin a Norwêcê de qewimîne agahdar û got: "Ez ji xeletiya çêbûye daxwaza lêborînê dikim."

Stoltenberg der barê skandala li Navenda Hevbeş a Herbê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Stoltenberg cih da van îfadeyan:

"Der barê bûyerên di esnayê tetbîqata li Norwêcê ji aliyê Navenda Hevbeş a Herbê ya NATOyê ve hat kirin agahî gihîşte min. Ji ber xeletiya bûye daxwaza lêborînê dikim. Bûyer ji xeletiya kesekî qewimîne û nêrîna NATOyê nîşan nadin."

Herwiha diyar kir ku ew kesê bûye sedem di gavê de ji kar hatiye dûrxistin û lêpirsîn der heqê wî de hatiye destpêkirin û wiha dewam kir:

"Ew kesê bû sedema bûyeran ne xebatkarê NATOyê ye. Karmendekî sivîl ê ku ji hêla Norwêcê va bi peyman hatiye wezîfedarkirin e. Biryara cezakirinê ji bir pê de wê ji aliyê Norwêcê bê dayîn."

Herwiha got: "Tirkiye ji bo NATOyê muttefiqeke biqîmet e fêdeyeke baş digihîne tifaqê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın