Dinya

Serkonsolosxaneya Hewlêrê di rojê da vîzeyê dide 500 welatiyên Iraqê

Mehmet Akîf Înamê Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê diyar kir ku di rojê da vîzeyê didin 500 welatiyên Iraqê.

Haydar Şahin, Türkan Tosun  | 23.11.2017 - Rojanekırın : 24.11.2017
Serkonsolosxaneya Hewlêrê di rojê da vîzeyê dide 500 welatiyên Iraqê

Arbil

HEWLÊR 

Mehmet Akîf Înamê Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê diyar kir ku di rojê da vîzeyê didin 500 welatiyên Iraqê.

Înam ofêsa Hewlêrê ya Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir û di ziyareta xwe da got, "Bexdayê bi biryara hikûmeta navendî ya Iraqê va di 29ê cotmehê da balafirgehên li Silêmanî û Hewlêrê ji firînan ra girt li ser vê merivên li herêmê yan ji ser Bexdayê ra yan jî ser Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîm-Xabûrê ra derdikevin seyahetê. Sekinandina teyareyan herî zêde li ser kesên ku bi vîzeya elektronîk seyahet dikirin tesîr kir. Di vê heyamê da vîzeya elektronîk naxebite. Ji ber vê jî serîlêdanên ji bo vîzeya destkî zêde bûn. Lêbelê ku bi havînê ra didin ber hev serîlêdan zehf jî zêde nînin. Halê hazir em li navendên vîzeyê yên li Dihok û Hewlêrê serîlêdanên vîzeyê qebûl dikin. Her çiqasî hejmar daketibe jî em di rojê da vîzeyê didin kêm zêde 500 kesî."

Akîf Înam bal kişand ser alîkariya mirovahiyê ya ku piştî erdheja Helebçeyê Tirkiyeyê da herêmê û got, "Alîkariya mirovahiyê ji bo me mijara sereke ye. Di sala 2014an da çaxa dagiriya DEAŞê dest pê kiribû jî welatê ku herî pêşiyê alîkarî dabû herêmê Tirkiye bû.

Înam got Tirkiyeyê piştî erdheja li başûrê Helebçeyê ya ku di 12ê mijdarê de çêbû alîkarî şand herêmê û bû welatê ewil yê ku alîkarî şandiye herêmê.

Înam got şeva erdhejê tîmên Hîva Sor a Tirkiyeyê gihîştîn cihê erdhejê û wiha axivî: "Paşê bi serokatiya serokên AFADê û Hîva Sor li herêmê heyetan li herêmê xebat kirin. Di van xebatan de him xisar hatin tespîtkirin û him jî alîkarî hatin belavkirin. Gelek kon hatin vegirtin. Bi rêya bejahiyê alîkarî gihîşte herêmê. Bi rastî jî saziyên me ji saziyên herêmî yên iraqî zûtir, bicidîtir û bihesastir destê xwe dirêj kirin. Ev jî li herêmê bû sedema tesîreke erênî."

Akîf Înan xatir ji xebatkarên ofîsa Hewlêrê ya AAyê xwest û got ewê di 15ê çileya pêşîn de li Wezareta Karên Derva ya Enqereyê dest bi wezîfeya xwe ya nû bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın