Dinya

Serokomar Erdogan bi Ebas re li ser telefonê axivî

Di axaftinê de di serî de statuya Qudsê li ser geşedanên dawîn ên li Filîstînê sekinîn.

Elif Orhan  | 03.12.2017 - Rojanekırın : 03.12.2017
Serokomar Erdogan bi Ebas re li ser telefonê axivî

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Filîstînê Mehmûd Ebas re li ser telefonê axivî.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin di axaftina ku îşev hat kirin de di serî de statuya Qudsê li ser geşedanên dawîn ên li Filîstînê sekinîn.

Serokomar Erdogan bal kişand ji bo ku li Rojhilata Navîn aştiya mayînde û îstiqrar bê pêkanîn, di çarçoveya sînorên 1967an de dewleteke Filîstînê ya ku paytextê wî Qudsa Rojhilat e ya serbixwe û desthilatdar bê avakirin.

Erdogan destnîşan kir ku qudsiyeta Qudsê û Harêma Şerîf û statuya wan a dîrokî ji bo hemû welatên misilman girîng e û destnîşan kir ku di vê mijara hesas de divê hiqûqa navneteweyî û biryarên Yekîtiya Ewropayê neyên îxlalkirin.

Erdogan qal kir ku Tirkiye di doza wan a mafdar de her dem piştgirî dide birayên xwe yên filîstînî û diyar kir ku rakirina sînordarkirinên li ser Xazeyê jî dê piştgiriyeke girîng bide aştiyê.

Hat ragihandin ku Ebas jî ji ber hesasiyeta wî spasiya Erdogan kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın