Dinya

Serokwezîrê Iraqê Ebadî: "Em avabûna dewleteke nijadperest li Iraqê, red dikin"

Serokwezîrê Iraqê Ebadî: "Em avabûna dewleteke nijadperest li Iraqê, red dikin."

Ahmet Aydın  | 24.09.2017 - Rojanekırın : 24.09.2017
Serokwezîrê Iraqê Ebadî: "Em avabûna dewleteke nijadperest li Iraqê, red dikin"

Baghdad

BEXDA

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî anî ziman ku encamên referandûma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya ku li dijî destûrê ye, ewê nas nekin û destûrê nedin dewleteke nijadperest li Iraqê ava bibe.

Ebadî bi rêya televizyona dewletê ji gelê Iraqê re daxuyanî da û got, "Iraq  ji aliyê etnîkî û mezhebî ve rûbirûyê parçebûnê ye. Em avabûna dewleteke nijadperest li Iraqê, red dikin. Empozekirina siyaseta emrîwaqî, bi rêya hêzê nabe. Wê ev weke rejima Sedam neserkeftî bibe."

Serokwezîr Ebadî destnîşan kir ku wê referandûm ewlehiya welêt û herêmê biavêje talûkeyê û got, "Emê encamên referandûmê piştguh bikin û nas nekin. Emê gavên pêwîst ji bo parastina yekîtiya axa Iraqê û parastina asayişa welatiyên Iraqê biavêjin."

Ebadî herwiha anî ziman ku wê piştî referandûmê ti welat li pişta HKIyê nesekenin û wiha pê de çû: 

"Hêzên me belaya terorê ji Hewlêr û Bexdayê dûr xist. Em li dijî DEAŞê bûne yek lê nîdayên vegerîna dîktatoriyê û serdema reş bilind dibin. Emê dev ji welatiyên xwe yên kurd û parastina asayişa wan bernedin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın