Dinya

Serokwezîrê Romanyayê îstifa kir

Tudose: "Ji ber ku min zêde nexweşxane û rêbej çênekirin xwe sûcdar dibînim lê belê min sala 2017an jî xirab neqedand. Ji ber tu tiştekî poşman nînim."

Haydar Şahin  | 16.01.2018 - Rojanekırın : 16.01.2018
Serokwezîrê Romanyayê îstifa kir

Bükreş

BUKREŞ 

Mîhaî Tudoseyê Serokwezîrê Romanyayê piştî civînên Komîteya Rêveberiya Neteweyî ya Partiya Sosyal a Demokrat (PSD) diyar kir ku ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Îro di dengdayîna veşartî ya civîna Komîteya Rêveberiya Neteweyî ya Partiya Sosyal Demokrat da ligel 59 rayan 4 rayên "na" û 4 rayên "bêalî" hatin avêtin, Serokwezîr Tudose piştgiriya partiya xwe nestand û piştî civînê diyar kir ku îstifa kir.

Tudose wiha axivî: "Ji ber ku min zêde nexweşxane û rêbej çênekirin xwe sûcdar dibînim, lê belê min sala 2017an jî xirab neqedand. Ji ber tu tiştekî poşman nînim."

Li bendê ne ku Tudose îro îstifaya xwe bi fermî bide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın