Dinya

Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn biryareke binîqaş da

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der barê kesên ku li Donbasa herêma Ukraynayê dijîn da biryarnameyek mohr kir

19.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn biryareke binîqaş da

Moskova

MOSKOVA/KÎEV

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der barê kesên ku li Donbasa herêma Ukraynayê dijîn da biryarnameyek mohr kir. Li gor biryarnameyê kesên ku li herêma Donbasê dijîn, pasaport û belgeyên wan ên wek bûyîn û mirinê wê li Rûsyayê werin qebûlkirin. Donbas li rojhilata Ukraynayê di bin kontrola cudaxwazan da ye.

Li gor daxuyaniya ku ji navenda çapemeniyê ya Kremlînê hat dayîn, hat gotin ku li gor biryarnameyê plaqeyên wesayitan, pasaport, belgeyên wek bûyîn û mirinê yên ku timî li herêma Donetsk û Luganskiyê dijîn, wê li Rûsyayê derbas bibin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku biryar berwext e, di çarçoveya Peymana Mînskiyê da heta ku çareseriyeke siyasî çêbibe, biryar dê were sepandin.

Poroşenko: "Ev delîleke din a dagirkeriya ûris e"

Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko, di 53yemîn Konferansa Ewlehiya Munîhê ya Navneteweyî da bertek nîşanî biryarê da.

Li gor daxuyaniya ku ji navenda çapemeniyê ya Serokatiya Dewletê hat dayîn, Poroşenko bi Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence ra hevdîtin kir û di hevdîtinê da wiha got: "Ev ji bo min binpêkirina rêbazên hiqûqa navneteweyî ya Rûsyayê ye û ev delîleke din a dagirkeriya ûris e."

Sekreterê Giştî yê Konseya Parastinê û Ewlehiya Neteweyî ya Ukraynayê Aleksandr Turçînov jî got ku qaşo belge û pasaportên Komara Donetsk û Luganskê wê li Rûsyayê werin qebûlkirin, ev biryara qebûlkirinê ji pêvajoya Pûtîn ya der barê Mînskyê da derket.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın