Dinya

Şiî û sunniyan li ser referandûma Herêma Kurdistanê li hev kirin

Li Parlamantoya Iraqê lîsteyên sunnî û şiî ji ber referandûma li Herêma Kurdistana Iraqê bo cara yekemîn li hev kirin

Önder Beyter  | 16.10.2017 - Rojanekırın : 16.10.2017
Şiî û sunniyan li ser referandûma Herêma Kurdistanê li hev kirin

Baghdad

BEXDA

Hat rafihandin ku li Parlamentoya Iraqê lîsteyên sunî û şiî ji ber referandûma li Herêma Kurdistana Iraqê bo cara yekemîn di pozîsyoneke hevbeş da li hev kirin.

Parlamenterên iraqî yên ku mijar ji peyamnerê AAyê ra nirxandin, destnîşan kirin ku meclisê raye dan Serokwezîr Heyder El Îbadî da ku hemû planên Herêma Kurdistana Iraqê pûç bike û li her devereke welat desthilata dewletê durist bike.

Muwefeq er-Rebiyê Endamê Hevpeymana Neteweyî ya Şîe ku mezintirîn lîsteya meclisa Iraqê ye, wiha got, "Grûbên siyasî yên li parlamentoyê wer difikirin ku referandûm ji DEAŞê xeternaktir e. DEAŞ bi hêza leşkerî dikare were jinavbirin. Lêbelê cudabûn, destpêka wan arîşeyan e ku welat bixin tunêleke tarî."

Endamê hevpeymana Neteweyî ya Iraqê Ebdulkerîm Abtan jî destnîşan kir ku ji bo parastina yekîtiya xaka Iraqê û pûçkirina hewlên perçekirinê, hêzên sunî bi grûbên siyasî yên şîe ra li hev kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın