Dinya

Tevgera Goranê serokê xwe yê nû hilbijart

Li Herêma Kurdistana Iraqê Omer Seyîd Elî bû serokê nû yê Tevgera Goranê.

İbrahim Atmaca  | 25.07.2017 - Rojanekırın : 26.07.2017
Tevgera Goranê serokê xwe yê nû hilbijart

Arbil

SILÊMANÎ

Hat ragihandin ku li Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê serokê nû yê Tevgera Goranê Omer Seyîd Elî ye. Goran li herêmê partiya mixalefeta sereke ye.

Delegeyên Goranê li Silêmaniyê navenda partiyê civiyan û ji bo serokê nû deng dan. Serokê avakar Noşirwan Mistefa di 19ê gulanê da miribû.

Li gor daxuyaniya KNNya têlevîzyona fermî a partiyê, tenê Omer Seyîd Elî bû namzed û bi 38 dengan va bû serokê nû yê Goranê.

- Omer Seyyîd Elî kî ye?

Omer Seyîd Elî di sala 1945an da li Silêmaniyê bûye. Di sala 1974an da ket siyasetê û ji ber xebatên xwe yên siyasî rejima Baasê ew avêt girtîgehê. Demekê di hepsê da ma û piştî derketina zagona efûyê ya 1979an ji girtîgehê derket.

Elî di sala 1980yî da ji bo Endamtiya Konseya Serokatiyê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin û heta 2006an li ser wezîfeya xwe dewam kir.

Elî di nav YNKê da xwe da "aliyê reformîst" û piştî ku Noşirwan Mistefa Tevgera Goranê ava kir, ji YNKê îstifa kir û di sala 2009an da derbasî Goranê bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.