Polîtîka, Dinya

Tirkmen, xrîstiyan û erebên Kerkûkê piştgiriya Alaya Kurdistanê dikin

Xelkê tirkmen, xrîstiyan û ereb ên ji unsûrên eslî yên Kerkûkê piştgiriya xwe ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê li bajêr ragihandin û diyar kirin ku yê ew ji êrişên DEAŞê parastin Pêşmerge bû

Muhammet Kurşun  | 30.03.2017 - Rojanekırın : 31.03.2017
Tirkmen, xrîstiyan û erebên Kerkûkê piştgiriya Alaya Kurdistanê dikin

Ankara

HEWLÊR

Tirkmen, xrîstiyan û erebên nîştecihên Kerkûkê diyar kirin ku Pêşmerge ew ji êriş û tehdîdên DEAŞê parastine û wan jiyana xwe di bin Alaya Kurdistanê de bi aramî birêve biriye.

Li gor xebereke malpera resmî ya PDKyê, xelkê Kerkûkê yê tirkmen, xrîstiyan û ereb piştgiriya bilindkirina Alaya Kurdistanê li saziyên resmî dikin.

Erebê nîştecihê Kerkûkê ku meslekê wî mamostatî ye Umer Mehmûd, nêrîna xwe ya der barê bilindkirina alayê de wiha anî ziman:

"Wek welatiyên ereb li Kerkûkê me ji destê desthilatê Iraqê gelek nexweşî dîtin. Gelek ziyan gihîştiye me. Herî dawîn jî DEAŞê zerereke mezin da me. Hêzên iraqî ji bajêr reviyan û em bêxwedî hiştin. Yên ku ev bajêr bêyî cudahiyê bixin nav welatiyan parastin birayên me Pêşmerge bûn. Pêşmerge nehişt ku DEAŞ vê derê dagir bike. Hêzên iraqî jî zêdetir ji aliyê dewletên dorûber têne birêvebirin û şerê mezhebî dikin."

Umer Mehmûd wiha dewam kir:

"Em wek erebên Kerkûkê dixwazin ku birayên me Pêşmerge vê derê kontrol bikin. Ji bo vê jî lazim e em bi alaya Pêşmerge razî bin ku bi awayekî resmî li bajêr were bilindkirin. Em pîrozbahiyê li hemû pêkhateyên Kerkûkê dikin."

Kerkûkiyê tirkmen ê ku meslekê endazyariyê dike Tehsîn Mihemed jî, der barê hilkirina Alaya Kurdistanê de wiha got:

"Hilkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê mafê herî rewa yê kurdan e. Em jî pîrozbahiyê lê dikin. Ewên ku li dijî derdikevin berjewendiyên kesayetî yên xwe ji dest dane. Kerkûk bi hemû tarîxa xwe ve bajarê bihevrejiyanê bûye bi hemû pêkhateyên xwe ve."

Wî welatiyê tirkmen wiha dewam kir:

"Ev 2 sal in em di nav aramiyê de dijîn. Di serdema rejima Beesê de ev bajar hola xwînê bû û tu xizmet jê re nedihat kirin. Di dema Malikî de jî ji ber şer, kuştin û teqînan xelkê bajêr bêzar bûbû. Piştî vekişîna hêzên iraqî û hatina Pêşmerge ewlehî û aramî hat Kerkûkê."

Kesayetê dînî yê xrîstiyanan li Kerkûkê Luîs Yûhenna jî raya xwe wiha derbirî:

"Kerkûk bajarekî pirnetewe û pirpêkhate ye. Gelek netewe û dînên cuda cuda tê de dijîn. Di hemû tarîxê de dijminên Kerkûkê hewl dane ku dijîtiyê di navbera pêkhateyan de durist bikin. Hewl dane ku xelk hev qebûl neke û fitneyê bixin nav pêkhateyan. Lê xelkê Kerkûkê her demê hişyar bûye û rê nedaye ku ev çanda bihevrejiyanê têk here. Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye. Ji ber polîtîkayên çewt ên rejimên Iraqê hewla guherîna demografiyê çêbûye. Lê ev 2 sal in Kerkûk ji aliyê Pêşmerge ve tê parastin. Xrîstiyan dikarin bi aramî û azadî bijîn. Lê rejimên pêşî her zext û sitem li ser xrîstiyanan dimeşandin. Eger Alaya Kurdistanê hatibe bilindkirin ev heqekî tebîî yê kurdan e. Ev bi tu awayî ne li dijî pêkhateyên din e. Em wek xrîstiyan piştgiriya vê dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.