Dinya, Jiyan

Trajediya li Xutaya Rojhilatê bi resman dide der

Macîde Mihemeda ku li Xutaya Rojhilatê mamostetiyê dike bi wêneyên ku xêz dike zarokên li herêmên dorpêçkirî mirin, têrnekirina xida û derman û zehmetiyên ku sivîl dibînin nîşan dide.

Sevim Hatun  | 13.11.2017 - Rojanekırın : 14.11.2017
Trajediya li Xutaya Rojhilatê bi resman dide der

Doğu Guta

XUTAYA ROJHILAT/ANKARA

Li Şama paytextê Sûriyeyê, Macîde Mihemeda ku li Xutaya Rojhilatê mamostetiyê dike bi wêneyên ku xêz dike zarokên li herêmên dorpêçkirî mirin, têrnekirina xida û derman û zehmetiyên ku sivîl dibînin nîşan dide.

Li Xutaya Rojhilat ku ev 5 sal in rejima Esed û piştgirên wê dorpêçkirina nêzî 400 hezarî sivîl di nav tunebûn, birçîbûn û şert û mercên dijwar de dijîn.

Li gor daneyên meclisa sivîl a herêmî, li Xutaya Rojhilat gelek zarok ji ber têrnekirina xwarin û derman bi mirinê re rûbirû ne.

Midûra Navenda Şêwr û Alîkariya Psîkolojîk û mamosteya resmê Macîde Mihemedê ji 250yî zêdetir wêneyên ku rewşa herêmê nîşan didin xêz kirin.

Mihemeda 56 salî ku bi wêneyên xwe rewşa herêmê nîşan dide, wêneya Seher Dîfdaya yekmehî ya ji ber nebûna xurekê di 21ê cotmehê de li herêmê mir jî xêz kir.

- Min wêneyê civata navneteweyî ya ku pişta xwe bi me ve kiriye xêz kir

Mihemeda ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê wiha axivî: "Di serî de min bal kişand ser bêdengiya civata navnetweyî, mixabin ji bo me tiştek nekirin. Li ber rejimê çavên xwe girtin. Min jî vê helwesta wan xêz kir."

Mihemedê wiha dewam kir:

"Min cî da zehmetiyên ku miletê herêmê dibîne. Min girtî xêz kirin. Min hepisxaneyên rejimê xêz kirin. Tenê li ser Xutayê nesekinîm; herwiha min cî da bûyerên li Heleb, Îdlib û ciyên din jî."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.