Dinya

Trump wê der heqê "cudaxwaziya pozîtîf" a li zanîngehên DYAyê da dozê veke

Tê xwestin ku der heqê sazî û dezgehên perwerdeyê yên ku di wergirtina xwendekarên zanîngeh û fakulteyan da li gorî nijadê bi zanetî cudaxwaziyê dikin da lêpirsîn bê vekirin.

Önder Beyter  | 02.08.2017 - Rojanekırın : 02.08.2017
Trump wê der heqê "cudaxwaziya pozîtîf" a li zanîngehên DYAyê da dozê veke

Ankara

WASHINGTON

Hat ragihandin ku Serokê DYAyê Donald Trump amadekariya xwe dike ku der heqê zanîngehên tê îdiakirin ku di wergirtina xwendekaran da cudaxwaziya pozîtîf a ku bi kêrî mirovên spî tê, dikin da lêpirsînê veke.

Li gorî nûçeya rojnameya New York Timesê, rêveberiya Trump amadekariya xwe dike ku sepanên cudaxwaziya pozîtîf ên zanîngehên DYAyê yên ji bo xwendekarên çîneke hindik û bijarte, bide dadgehê.

Li gorî belgeyeke ku rojnameyê bi dest xist, hikûmetê ji Wezareta Dadê xwest ku der barê "dem û dezgehên perwerdeyê yên ku di wergirtina xwendekarên zanîngeh û fakulteyan da li gorî nijadê bi zanetî cudaxwaziyê dikin" da lêpirsînê bide destpêkirin.

Armanca sepanên cudaxwaziya pozîtîf ew e ku di qezenckirina zanîngehan da li gorî reşik û nijadlatînan, bêtir derfet û avantajê bide mirovên spî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.