Dinya

Trumpê beşdarî zîrveya NATOyê ya li Brukselê be

Qesra Spî ragihand ku Serokê DYAyê Trumpê beşdarî Zîrveya Serokên Dewlet û Hikûmetên Endamên NATOyê ya ku dê di 25ê gulanê da li Brukselê were lidarxistin, be.

22.03.2017 - Rojanekırın : 23.03.2017
Trumpê beşdarî zîrveya NATOyê ya li Brukselê be

Washington DC

WASHINGTON

Hat ragihandin ku Serokê DYAyê Donald Trumpê beşdarî Zîrveya Serokên Dewlet û Hikûmetên Endamên NATOyê ya ku dê di 25ê gulanê da li Bruksela paytexta Belçîkayê were lidarxistin, be.

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da, hûrguliyên der heqê beşdarbûna Trump a zîrveya li Brukselê da hatin parvekirin.

Herwiha di daxuyaniyê da girîngiya NATOyê hat îfadekirin û wiha hat gotin, "Serok çaverê ye ku ligel hevmewqiyên xwe yên di NATOyê da bicive û herwiha mijarên wekî têkoşîna dijî terorê û parvekirina berpirsiyariyan ku ji bo yekîtiyê pir girîng in, nîqaş bike."

Ji xeynî vê di daxuyaniyê da hat ragihandin ku Trump û Sekreterê Giştî yê NATOyê John Stoltenbergê di 12ê nîsanê da li Qesra Spî bicivin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.