Dinya

"Têkbirina PYDyê ji bona hemû Rojhilata Navîn wê bi xêr be"

Solakê Fermandarê Tumena Peravan ya 2yemîn ya Herêma Tirkmenên Bayirbucakê: "Haya me ji planên bêbext yên PYD/PKKyê heye ku dixwaze li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê çêke. Paqijkirina terorîstan wê ji bona hemû Rojhilata Navîn gaveke bi xêr be."

20.01.2018 - Rojanekırın : 20.01.2018
"Têkbirina PYDyê ji bona hemû Rojhilata Navîn wê bi xêr be"

Hatay

HATAY (AA) - Tariq Solakê Fermandarê Tumena Peravan ya 2yemîn ya Herêma Tirkmenên Bayirbucakê: "Haya me ji planên bêbext yên PYD/PKKyê heye ku dixwaze li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê çêke. Paqijkirina terorîstan wê ji bona hemû Rojhilata Navîn gaveke bi xêr be."

Solakê daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir PYD/PKK bi rejima Esed ra hevkariyê dike û hêzên derva jî bi behaneyên curbecur piştgiriyê didin."

Tariq Solak destnîşan kir rêxistin dixwaze Sûriyeyê perçe bike û li bakur kantonan ava bike û wiha got: "Operasyona Mertalê Feratê derbeyeke mezin li vê xeyalê xist. Bi hinceta şerê dijî DEAŞê xwestin ji xwe ra cî çêkin. Peyra mixalifên Kurd, Ereb û Tirkmen dan koçkirin."

Solak diyar kir PYDyê bi polîtîkayên zext û tirsê xwest li herêmê bibe desthilatdar û got wê xelkê Sûriyeyê ji ber operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya li Efrînê kêfxweş bibe.

Osman Solak diyar kir kesên dixwazin Sûriyeyê perçe bikin terorîstan diemilînin û wiha got: "PYD/PKK belaya serê hemû Sûriye û erdnîgariyê ye. Haya me ji planên bêbext yên PYD/PKKyê heye ku dixwaze li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê çêke. Paqijkirina terorîstan wê ji bona hemû Rojhilata Navîn gaveke bi xêr be. Em piştgiriyê didin operasyona ku Tirkiye dixwaze bike."

Ramazan Ebdiyê ji fermandarên qadê yê tumenê jî destnîşan kir ku operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li Efrîn û Minbicê dijî PYD/PKKya rêxistina terorê bên kirin ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji pêşeroja hemû herêmê ra hemleyeke baş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın