Dinya

Werzişvanê sedsalê Suleymanoglu hat oxirkirin

Naîm Suleymanogluyê haltervanê neteweyî yê berê û şampiyonê olîmpiyatê (50) duh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wefat kiribû, îro hat definkirin.

Önder Beyter  | 19.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Werzişvanê sedsalê Suleymanoglu hat oxirkirin

Istanbul

ÎSTANBUL

Naîm Suleymanogluyê haltervanê neteweyî yê berê û şampiyonê olîmpiyatê (50) duh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin wefat kiribû, îro hat definkirin.

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Bak: "Ji bo werzişa tirk rojeke xembar e"

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak diyar kir ku ew ji ber wefata haltervanê neteweyî yê berê Naîm Suleymanogluyê şampiyonê olîmpiyat, dinya û Ewropayê, gelekî xemgîn in.

Wezîr Bak beriya nimêja cinaze ya li Mizgefta Fatîhê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir ku ji ber wefata Naîm Suleymanoglu ew zehf li ber xwe ketin û wiha xeber da:

"Ji bo werzişa tirk rojeke xembar e. Xebera wî duhê doktor da me. Dema em duhê ligel birêz Serokomarê me li Rîzeyê li kongreyê bûn, me xeber hilda. Mirovekî me yê biqîmet yê ku bona werzişa tirk gelek xizmeta wî çêbû û alîkariya geşepêdana halterê kir, çû. Brêz Serokomarê me, Serokwezîrê me pêvajo şopandin. Wiha nabe nesîbê her welatî ku werzişvanekî wî yê ev çend jêhatî hebe."

Bak serkeftinên Suleymanoglu yên li olîmpiyatan da bibîrxistin û wiha got, "Çawa di fitbolê da Messi, Ronaldo û Platini navdar in, wisa jî ew di halterê da pispor û ustad bû. Ew sembolek bû. Sembola tirkên ku li Bulgaristanê zilm didîtin, bû. Ew efsaneyek bû. Ew di dinyayê da kesekî ew çend navdar e ku ji kovara Timeê ra bûbû berg."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.