Dinya

Wezareta Karên Derve Hollanda şermezar kir

Wezareta Karên Derve:"Îro Meclisa Nûneran a Hollandayê bûyerên 1915an wek komkujî nas kir û em vê yekê bi tundî şermezar dikin."

Elif Orhan  | 23.02.2018 - Rojanekırın : 23.02.2018
Wezareta Karên Derve Hollanda şermezar kir

Ankara

ANKARA

Tirkiyeyê ji aliyê Meclisa Nûneran a Hollandayê ve wek "komkujî" qebûlkirina bûyerên 1915an bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derve hat dayîn de ev hatin gotin: "Îro Meclisa Nûneran a Hollandayê bûyerên 1915an wek komkujî nas kir û em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Ne di dîrokê de ne jî di edaletê de cihê biryarêb bêmesnet ên navborî yên ku meclisa welatekî ku hember komkujiya Srebrenîtsaya ku hê jî êşa wê dewam dike dengê xwe dernaxîne sitandin tune. Lewra jî tu girêdariya wê ya hiqûqî û derbasdariya wê tune."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku helwesta Tirkiyeyê ya ji bo bûyerên 1915an de xwe dispêre daneyên dîrokî û normên hiqûqî û wiha hat gotin: "Îçtîhadên ku di hiqûqa Ewropayê de bi cî bûne û biryarên Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê di vê mijarê de mafdariya me nîşan dide. Ji aliyê din ve em daxuyaniya hikûmeta Hollandayê ya wekî ku dê nirxandina Meclisa Nûneran a der barê komkujiyê de tetbîq neke û temsîlkirina li merasimên bibîranînê yên ku li Yêrîwanê tên kirin de nayê wê wateyê ku bûyer wek komkujî hatine qebûlkirin not digirin."

Parlementoya Hollandayê îdiayên Ermeniyan ên der barê bûyerên 1915an de wek "komkujî" nas kiribû. Pêşnûma di parlementoyê de hember 3 dengan bi 142 denag hat qebûlkirin û tenê Partiya Denk a ku Tirkan ava kir dengê dijer da. Biryara ku li parlementoyê hat sitandin ne li gor protokola hikûmetê ye. Li gor protokola hikûmetê di naskirina komkujiyê de hikmên mehkemeyên navneteweyî, encamên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên di lêkolîn û daneyan de divê berhêliyê bikin. Hikûmeta Hollandayê li gor Peymana Berîgirtin û Cezakirina Komkujiyê ya Konseya Ewlehiyê tevdigere. Ji ber wê jî ji aliyê hikûmetê ve girêder nîne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.