Dinya

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Tillerson: "Emê fikarên Tirkiyeyê li ber çav bigirin"

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson: "Emê bi Tirkiyeya mitefîqekê xwe re xebatê bidomînin. Emê fikarên Tirkiyeyê yên derbarê terorîstên PKKê li ber çav bigirin.

Ahmet Aydın  | 17.01.2018 - Rojanekırın : 18.01.2018
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Tillerson: "Emê fikarên Tirkiyeyê li ber çav bigirin"

Washington DC

WASHTINGON

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson derbarê gavên ku Amerîka li Sûriyeyê dê bavêje li Enstituya Hoovera girêdayî Zanîngeha Stanfordê axivî.

Tîllerson got, "Em arîkariyên mirovî yên ku Tirkiye dide Sûriyeyê dizanin, di avakirina siberoja Sûriyeyê de hewcedariya me bi Tirkiyeyê heye."

Wezîr Tillerson anî ziman ku haya wan ji arîkariyên Tirkiyeyê yê ji bo Sûriyeyê û hewlên wê yên ji bo jiholêrakirina DEŞAê heye û got, "Tirkiyeyê piştevaniya bi milyonan penaberî kir û piştgirî da îstiqrariya herêmên ku ji destê DEAŞê hatin rizgarkirin."

Tillerson got, "Emê bi Tirkiyeya mitefîqekê xwe re xebatê bidomînin. Emê fikarên Tirkiyeyê yên derbarê terorîstên PKKê li ber çav bigirin.

- "Emê wê şaşiya xwe ya 2011an a li Iraqê dubare nekin"

Tillerson herwiha got, "Heta DEAŞ bi temamî li Sûriyeyê biqede, emê hebûna xwe ya eskerî bidomînin. Emê wê şaşiya xwe ya 2011an a li Iraqê dubare nekin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın