Dinya

Wezîrê Navxweyî yê Iraqê bi Balyozê Tirkiyê re civiya

Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Erecî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz kir

Muhammet Kurşun  | 23.09.2017 - Rojanekırın : 25.09.2017
Wezîrê Navxweyî yê Iraqê bi Balyozê Tirkiyê re civiya

Baghdad

BEXDA

 Wezîrê Navxweyî yê Iraqê Qasim Erecî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz kir.

Li gor ragihandina Wezareta Navxweyî Erecî bal kişand ser giringiya diyaloga di navbera aliyan de ji bo çareseriyan.

Li gor daxuyaniyê Fatih Yildiz bo Wezîrê Iraqê ragihand ku îstiqrara Iraqê ji bo Tirkiyê gelekî muhîm e û amadeyî hemahengiyê ne digel Iraqê.

Fatih Yildiz li ser hesabê xwe yê Twitterê jî nivîsand ku ew û Erecî li ser referandûma Herêma Kurdistana Iraqê hemfikir in. Herwiha got divê ehemmiyeteke taybet bo emniyeta Kerkûkê were dayîn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın