Dinya

"Xeter li ser Hewlêrê tuneye"

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, der barê êrişên îro yên Heşda Şebiyê li ser Pirdê de ragihand ku rewşa Hewlêrê baş e û tu metirsiyek li serê tuneye.

Hemin Hüseyin  | 20.10.2017 - Rojanekırın : 21.10.2017
"Xeter li ser Hewlêrê tuneye"

Arbil

HEWLÊR

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, der barê êrişên îro yên Heşda Şebiyê li ser Pirdê de ragihand ku rewşa Hewlêrê baş e û tu metirsiyek li serê tuneye.

Walî Newzad Hadî, der barê êrişên Pirdê de daxuyaniyek da û welatî piştrast kirin ku xeterek li ser Hewlêrê tuneye.

Newzad Hadî li ser mijarê wiha axivî:

"Ez bi dil rehetî ji welatiyên re radigihînim ku tu metirsiyek li ser Hewlêrê tuneye. Em ji hemû dezgehên ragihandinê yên herêmê dixwazin ku rewşê li ber çav bigirin. Bila daxuyaniyên resmî belav bikin û biberpirsiyarî hereket bikin."

Hadî got ya tê kirin xeletiyeke siyasî ye û divê problem bi guftûgoyê çareser bibin.

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku Heşda Şebiyê û Artêşa Iraqê bi wan çekên ku Emrîkayê ji bo şerê DEAŞê dabûn wan êrişî Pêşmerge kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın