Dinya

"YE wê hebûna xwe bidomîne"

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk: "YE bi 27 welatan wê hebûna xwe biparêze û bidomîne."

24.06.2016 - Rojanekırın : 25.06.2016
"YE wê hebûna xwe bidomîne"

Ankara

BRUKSEL

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk li ser encama refanduma YEyê ya li Îngiltereyê hat kirin û jê biryara veqetandinê derket got, YE bi 27 welatên mayî va bi biryar e ku hebûna xwe bidomîne û wiha dewam kir: "Tiştê ku we nekuje we xurt dike."

Tusk piştî encamên referandûma li Îngiltereyê eşkere bûn daxuyaniyeke kurt da û destnîşan kir ku hêviya wan ew bû ku di referandûmê da encama pê dilê wan xweş bibe derbiketa û wiha pê da çû: "Ez hay jê heme ku biryara encama vê ya siyasî çiqas cidî û heta dramatîk e. Demeke dîrokî ye, lê ew dema ku meriv ji nişka va bertekê nîşan bide, nîne. Bila herkes ji vê yekê bawer bike ku li hemberî vê senaryoya neyînî jî em amade bûn."

Serokê Konseya YE Tusk ragihand ku di demên dawîn da bi serokên Yekîtiya Ewropayê, serokwezîr, serokên dewletan û serokên saziyên YEyê ra li ser meseleya derketina Îngiltereyê ya ji YEyê xeberdan û wiha domand: "Ez îro li ser navê 27 welatên endam dikarim vê bibêjim. Em bi biryar in ku yekîtiya xwe bi 27 welatan biparêzin."

Heta ku Îngiltere bi fermî ji YEyê veneqete sepandina qanûnên YEyê yên di rewacê da wê li Îngiltereyê dewam bike.

Tusk got ku di Civîna Lîderên YEyê da wê bên bal hev û li ser pêşeroja yekîtiyê wê xeberbidin û herî dawîn jî got: "Rast e salên borî ji bo yekîtiyê salên herî zor û zehmet bûn. Lê hergav gotina bavê min tê bîra min. Tiştê ku we nekuje we xurt dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.