Dinya

Zengînên dinyayê serwet danîn ser serweta xwe

Serweta 500 kesên herî dewlemend ên dinyayê par bi qasî 4,4 trilyon dolar bû û îsal ev reqam gihîşt 5,3 trilyon dolarî.

Abdullah Tel  | 28.12.2017 - Rojanekırın : 29.12.2017
Zengînên dinyayê serwet danîn ser serweta xwe

Ankara

ANKARA 

Hat ragihandin ku 500 kesên herî dewlemend ên dinyayê di sala 2017an da serweta xwe bi qasî trilyonek dolarî zêde kirin.

Li gor agahiyên Endeksa Milyarderên Bloombergê serweta 500 kesên herî dewlemend ên dinyayê 27ê kanûna sala 2016an 4,4 trilyon dolar bû û ev reqem ji pêr (26ê kanûna 2017an) vir va gihîşt 5,3 trilyon dolarî.

Kesên "herî dewlemend" par her roj bi qasî 2,7 milyar dolar pere qezenc kirin û îsal li gor par ev reqem bi qasî 4 qatî zêde bû.

Xwediyê Amazona e-bazirganiyê (kirîn û firotina ji ser înternetê) û rêvebirê wê yê payebilind (CEO) Jeff Bezosê xwedî 34,2 milyar dolar serwet, ev reqem derxist 99,6 milyar dolarî û di nav kesên serweta xwe zêde kirin da di rêza ewil da cih girt. Bezoss, bi vê serwetê Bill Gatesê avakarê Microsoftê ku ji sala 2013an vir va dewlemendtirînê dinyayê ye jî ji text kir ew inwan jî ji dest hilda.

Di lîsteyê da ji 49 welatan dewlemend hene û 38 milyarderên ji Çînê ku di lîsteyê da ne serweta xwe ji sedî 65 zêde kirin û 177 milyar dolar kirin ser malê xwe. Ji Amerîkayê jî 159 milyarder di lîsteyê da ne û wan jî 315 milyar dolar pere qezenc kir û serweta xwe ji sedî 18 zêde kirin.

Sala borî 60 kesên ku di lîsteyê da bûn îsal yan ji ber kêmbûna serweta xwe û yan jî ji ber dewlemendbûna reqîbên xwe di lîsteyê da cih negirtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.