Dinya

Zexta Îsraîlê ya li ser saziyên alîkariyê zêde dibe

Li ser Xeta Xezzeyê ya ku ji sala 2006an pê va ji hêla Îsraîlê ve hatiye dorpeçkirin, ji ber îdiaya "alîkariya Hemasê dikin" zext li ser saziyên alikariyê tê kirin.

22.03.2017 - Rojanekırın : 23.03.2017
Zexta Îsraîlê ya li ser saziyên alîkariyê zêde dibe

Quds

QUDS

Li ser Xeta Xezzeyê ya ku bi qeyrana mirovî re rû bi rû ye, zexta Îsraîlê ya li hember saziyên alîkariyê yên navneteweyî her diçe zêde dibe.

Mihemed Murtecayê welatiyê Filîstînê yê ku xebatkarê Serokatiya Ajansa Kordînasyonû û Hevkariyê ya Tirk (TÎKA) ji sala 2006an pê va li Xezzeyê xebatên alikariyê dike.

Murteca di 12ê sibatê de ji ber hinceta "alîkariya Hemasê dike" hat girtin û 19 roj destûr nehat dayîn ku ew bi parêzerê xwe re biaxive û wî bibîne.

Ev 38 roj in li Aşdota bajarê Îsraîlê di girtîgehê de ye.

Di nav salekê de çend xebatkarên saziyên alîkariyê jî ji ber îdiaya "alîkariya Hemasê dikin" li ser Xeta Xezzeyê hatin girtin. Di nav wan de Wahîd Evdila el Burşê xebatkarê Ajansa Pêşvaçûnê ya NYyê û Mihemed el Helebiyê xebatkarê Wold Vîsîonê jî hene.

Ev saziyên alikariyê vê îdiayê qebûl nakin û dibêjin ku ew li Xezzeya ji hêla Îsraîlê ve hatiye dorpeçkirin alîkariya mirovan dikin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.