Dinya

Îdareya Şengalê: "Bexdayê peyman binpê kir û em Heşda Şebî qebûl nakin"

Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl: "Li gor peymanê Heşda Şebî nikare were herêmên me. Lewra hêza Pêşmerge li wê derê ye û deverên di destê DEAŞê de mane jî ewê rizgar bike.

Muhammet Kurşun  | 15.05.2017 - Rojanekırın : 16.05.2017
Îdareya Şengalê: "Bexdayê peyman binpê kir û em Heşda Şebî qebûl nakin"

Ankara

DIHOK

Qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl, diyar kir ku hatina Heşda Şebî ber bi Şengalê ve ku ji milîsên şiî pêk tê binpêkirina peymana Hewlêr û Bexdayê ye û ew vê yekê qebûl nakin.

Xelîl, li ser hatina Heşda Şebî ber bi Şengalê ve daxuyanî da malpera resmî ya PDKyê û ragihand ku ji xeynî Pêşmerge tu hêzeke din nikare li Şengalê bi cih bibe û xelkê herêmê jî bi awayî bi vê razî nabin.

Qeymeqamê Şengalê der barê mijarê de wiha nirxandin kir:

"Li gor peymanê Heşda Şebî nikare were herêmên me. Lewra hêza Pêşmerge li wê derê ye û deverên di destê DEAŞê de mane jî ewê rizgar bike. Loma hatina Heşda Şebî ber bi sînorê Til Benat û Til Qeseb li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ye."

Behsa wê yekê jî kir ku xelkê Şengalê tenê bi Pêşmerge razî ye û qebûl nake ku hêzeke din were.

Xelîl daxwaz ji berpirsên Herêma Kurdistanê kir ku rê nedin Heşda Şebî zêdetir pêşde here û bicî bibe.

Herwiha Qasim Dirboyê ku fermandeyekî Pêşmerge ye li sînorê Şengalê anî ziman ku ew 6 meh in xwe ji bo rizgarkirina deverên di destê DEAŞê de amade dikin.

Dirbo bal kişand ser wê yekê ku li gor peymanê dê Beac û Bilêc ku li başûrê Şengalê dikevin ji aliyê Heşda Şebî ve bihatana rizgarkirin, Pêşmerge jî navçeyên din ên mayî. Li gor qalkirina Dirbo, Heşda Şebî berê xwe daye deverên Pêşmerge û berevajî peymanê tevdigere.

Halê hazir 5 nîşîngeh û 10 gund di destê DEAŞê de mane ku Pêşmerge haziriyê dike wan rizgar bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın