Dinya

Îdiaya ku li Şamê 'herêma bêpevçûn' êrîşa xaza jehrî pêk hatiye

Tê îdiakirin ku li Şama paytextê Sûriyeyê rejima Esed bi xaza jehrî êrîşî taxê Cobarê ya di nav sînorê 'herêmên bêpevçûn" da ye kir. Tê gotin ku di êrîşê da 4 kes bi jehrê ketine.

Fatih Gazioğlu  | 19.08.2017 - Rojanekırın : 20.08.2017
Îdiaya ku li Şamê 'herêma bêpevçûn' êrîşa xaza jehrî pêk hatiye

Syria

ŞAM

Hat îdiakirin ku li Şama paytextê Sûriyeyê rejima Esed bi xaza jehrî êrîşî taxê Cobarê ya di nav sînorê 'herêmên bêpevçûn" da ye kir û di êrîşê da 4 kes bi jehrê ketine.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Tipê ya Cobarê hat dayîn êrîş şev di saet 01.00an de hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşê da 4 kes bi jehrê ketine û bi nexweşiya bêhnçikbûn, vereşîn, serêş û pirsgirêka dîtinê serî li nexweşxaneyê dane.

Hêzên rejimê hefteya derbas bûyî jî li Şamê li herêma Xutaya Rojhilat li bajaroka Eyn Termayê bi xaza jehrî êrîşek biribû ser eniya mixalifan û di êrîşê de 4 kes bi jehrê ketibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın