Dinya

Îdiaya ku rejim li Sûriyeyê amadehiya êrîşa kimyasalê dike

Serokê Parastina Sivîl a Sûriyeyê Salih diyar kir, rejima Esed heke êrîşeke kîmyasal bike, derfeta wan tuneye ku ew pêşî li mirinan bigrin û "ew mecbûrî li benda mirinê" ne.

İbrahim Atmaca  | 28.06.2017 - Rojanekırın : 28.06.2017
Îdiaya ku rejim li Sûriyeyê amadehiya êrîşa kimyasalê dike

Ankara

ANKARA

Serokê Parastina Sivîl a Sûriyeyê Raîd Salih diyar kir, rejima Beşar Esed heke êrîşeke kîmyasal bike, derfeta wan tuneye ku ew pêşî li mirinan bigrin û "ew mecbûrî li benda mirinê" ne.

Salih qeyda dengê xwe li ser înternetê ji nûçegihanê AAyê ra şand û li ser daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ya "rejim ji bo êrîşa çeka kîmyayî amadekariyeke mezin dike" sekinî.

Salih got ku daxuyaniyê sivîlên ku li herêmên bin kontrola mixalifan dijîn, tirsandin û wiha dewam kir: "Em texmîn nakin ku bê ka rejimê li kê derê bixe. Mixabin di destê me da bi têra xwe derfet û amadekarî tuneye ku em midaxele bikin. Kadroyeke me ya piçûk heye. Li herêma Îdlibê hejmara ekîban ji tiliyê destan zêdetir nîne. Ekîbmanên me têrê nakin. Heke êrîş bibe, odeyên me jî tunene ku em midaxele bikin."

Salih diyar kir ku ew tenê dikarin sivîlan agahdar bikin, ji bilî wê tiştek rejima Beşar Esed heke êrîşeke kîmyasal bike, derfeta wan tuneye ku ew pêşiya mirinan bigrin û "ew mecbûrî li benda mirinê" ne.

Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer di 26ê hezîranê da daxuyandibû ku li gor tesbîta wan rejim ji bo êrîşa çeka kîmyayî ya muhtemel di nav amadekariyê da ye.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın