Dinya

Îdiaya "Îranê ji Trump re name şandiye"

Serokomarê Berê yê Îranê Ebûl Hesen Benî Sadr: "Meqamên Îranê nameyek ji Serokê DYAyê Trump re şandin û gotin Xameney nexweş e, mirina wî nêzîk e. Heke DYA zextê li ser Îranê neke alîgirên îtidalê dikarin bibin desthilat."

18.04.2017 - Rojanekırın : 18.04.2017
Îdiaya "Îranê ji Trump re name şandiye"

Ankara

ANKARA

Serokomarê Berê yê Îranê Ebûl Hesen Benî Sadr îdia kir ku rayedarên Îranê ji Serokê DYAyê Donald Trump re nameyek şandine û di nameyê de gotine ku piştî mezinê welêt Elî Xameney bila Ayetullah Elî Sîstaniyê ku li Iraqê ye bê meqama welayetî feqîh.

Benî Sadr ji bo malpera nûçeyan a Îranwîreyê axivî û wiha got: "Meqamên Îranê nameyek ji Serokê DYAyê Trump re şandin û gotin Xameney nexweş e, mirina wî nêzîk e. Heke DYA zextê li ser Îranê neke alîgirên îtidalê dikarin bibin desthilat. Bi vî awayî Ayetullah Elî Sîstaniyê ku li Iraqê dikare bê cihê Xamaney."

Benî Sadr ji bo pirsa navên muhtemel yên ku piştî Xameney dibe ku bibin welayetî feqîh jî wiha axivî: "Li gor terîfa destûrê ji bilî çend kesan zêde kes tunene. Yek kurê Xamaney Mucteba ye. Yên din jî Îbrahîm Reîsî û Serokê Erka Darazê Sadiq Laricanî ye. Der barê Laricanî de îdiayên gendeliyê hene. Ji ber vê ne mimkun e ku ew bibe. Yek jî Ayetullah Mehmûd Şahrudî heye. Wî jî di hilbijartinên Serokatiya Meclisa Pisporiyê de ray hilneda. Navbera wî û Muhafizên Şoreşê ne baş e. Lê fikra min nêrîna welayetî feqîh wek teoriyê ji holê rabûye. Wek pratîk jî mirî ye. Lewra êdî tu kes lê bawer nake. Bi tenê ji bo ku tundiyê meşrû bikin wek wesîle heye."

Benî Sadr li ser Serdozgerê berê Îbrahîm Reîsiyê ku dê di hilbijartinên Serokomariyê ya 19 gulanê de, bibe namzedê hêla muhafazakaran, got ku ew kesa "ew makîne ye ku hikmê Îdamê dide".

Benî Sadr îdia kir ku Muhafizên Şoreşê ji bo Reîsî bikin serokê welêt, ev salek e dixebitin û got: "Reîsî di dardakirênên 1988an (biryarên dardakirina der barê muxalifên endamên Partiya Tudehê) da xwedîraye bû. Hê nebûye serok evqas tundî kir. Bifikirin dema bibe serok wê çi bike."

Benî Sadrê ku piştî şoreşê bû Serokomarê ewil yê Îranê, der barê Serokê Şoreşa Îranê Ayetullah Xumeynî de jî daxuyaniyên balkêş dan.

Benî Sadr ragihand ku Xumeynî gotinên xwe yên dema li Fransayê sirgûn bû neanîn cih û wiha dewam kir: "Me li bajarê Neauphe-le-Chateauya Fransayê 20 xal dan ber Xumeynî. Xêncî efûya giştî, 19 xal qebûl kirin. Lê belê dema em vegariyan Îranê guhê xwe nade van xalan. Daxuyaniyên Xumeynî yên li Beheştî Zehrayê vê nîşan didin. Mehdî Bezerganî ji bo hikûmeta berwext tayîn kir, yanê aligirên xwe berî taxan da. Eziyetê da jinên ku serê xwe baş negirtine. Ez çûm bajarê Qumê û pê re axivîm. Min jê re got: "We li bajarê Neauphe-le-Chateauyê ji me re got dê ji bo jina azadiya tesetturê hebe." Wî jî ji min re got min di axaftina li Fransayê da tu soz nedane, ez dikarim berevajî wan jî hereket bikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.