Dinya

Îranê teklîfa Barzanî ya ji bo navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê erênî nirxand

Wezareta Karên Derva yê Îranê ji bo daxwaza Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî ya der barê navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê erênî qebûl kir.

Türkan Tosun  | 11.09.2017 - Rojanekırın : 12.09.2017
Îranê teklîfa Barzanî ya ji bo navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê erênî nirxand

Istanbul

İSTANBUL

Behram Qasimiyê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê di mijara navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê de got çi ji destê Îranê bê ewê bikin.

Qasimî li Navenda Çamepeniyê ya Wezareta Karên Derva daxuyanî da rojnamevanan.

Qasimî got ew ji ber daxwaza Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ya ku dibêje "Îran dikare di navbera Hewlêr û Bexdayê de navbeynkariyê bike" kêfxweş in.

Berdevk Qasimî got ew dixwazin hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê car din dest pê bikin û encamên erênî derkevin holê.

Qasimî anî zimên ku ew yekîtiya axa Iraqê diparêzin û wiha axivî: "Têkiliyên Îranê bi kurdan re, bi hikûmeta navend a Iraqê re û bi kom û şexsiyetên din ên li Iraqê re baş in. Ji ber vê Îran ji bo ku rê li ber qeyranên bitaluke û xwedî tesîrên neyênî bigre, li gor hêza xwe çi ji destê wê bê ewê bike. Em hêvî dikin ku rewşa tevlihev a li herêmê bi saya tevgerên aqlê selîm ya aliyan baş bibe û bêtir tevlihevî çênebe."

Barzanî di dawiya hefteyê de daxuyanî dabû beşa farisî ya BBCyê û gotibû tesîra Îranê li her hikûmeta navend a Iraqê heye û Îran dikare di navbera Bexda û Hewlêrê de bibe navbeynkar ku pirsgirêk bên çareserkirin.

Qasimî bal kişande ser hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ya li Astanayê û wiha axivî: "Hevkarî û hevdîtinên di navbera herdu welatên cînar ên ku berê jî hebûn di mehên dawîn de zêde bûn, em şahidê vê yekê ne. Di mehên li pêş me di navbera Îran û Tirkiyeyê de heyetên nû wê hevdîtinan bikin û pêwendiyên di navbera herdu welatan wê bêtir xurt bibe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın