Dinya

Îslamiyên Herêma Kurdistanê rexne li biryara Trump digirin

Partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistana Iraqê Bizotnewe û Yekgirtû rexne li biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a der barê Qudsê de girtin û diyar kirin ku ev biryar "yekalî" hatiye dayîn

Hemin Hüseyin  | 12.12.2017 - Rojanekırın : 12.12.2017
Îslamiyên Herêma Kurdistanê rexne li biryara Trump digirin

Arbil

HEWLÊR

Gotebêjê Bizotneweya Îslamiya Kurdistanê Ebdullah Wertî diyar kir ku kes nikare bi tena serê xwe qedera Qudsê diyar dike û Serokê Encumena Siyasî ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Hadî Elî jî got: "Quds milkê hemû mirovayetiyê ye û divê li gor vê rastiyê muamele digel were kirin."

Gotebêjê Bizotneweya Îslamiya Kurdistanê Ebdullah Wertî û Serokê Encumena Siyasî ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Hadî Elî barê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a der barê Qudsê de daxuyanî dan peyamnêrê AAyê û nirxandin kirin.

Gotebêjê Bizotneweyê Ebdullah Wertî destnîşan kir ku cihekî muhîm Qudsê li cem Misilmanan heye û tu alî nikare bi tena serê xwe qedera wî bajarî diyar bike. Wertî bal kişand ser wê yekê ku ji ber welatên Erebî û Îslamî bêhelwest in û berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî li pêş berjewendiyên dînî dibînin.

Wertî wiha axivî:

"Quds bajarakî dagirkirî ye, eger bajarek dagirkî be bi tu awayî nabe paytextê Îsraîlê ku welatekî dagirker e. Quds ji bo Misilmanan cihekî pîroz e, herwiha ji bo Xristiyan û Cihûyan jî wisa ye. Biryardana li ser paytextbûna Qudsê ne biryareke rast e û dê herêmê tûşî tevlihevî û aloziyan bike. Dibe ku bibe sedema serhildanên metirsîdar di dahatûyê de."

Wertî daxwaz ji civaka navneteweyî û welatên Îslamî kir ku bi rêya dîplomasî û siyasî rê li ber vê hewla Amerîkayê bigirin.

Serokê Encumena Siyasî ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Hadî Elî jî rexne li biryara Trump girt û wiha nirxandin kir:

"Giringiya bajarê Qudsê ji aliyê herkesî vê tê zanîn. Ew der menzilgeha pêxemberan e û Quds milkê hemû mirovayetiyê ye û divê li gor vê rastiyê muamele digel were kirin. Biryareke ku van rastiyan li ber çav negire gelekî xelet e."

Li ser helwesta welatên Erebî û Îslamî jî wiha şirove kir:

"Problema li van welatan ew e ku sîstema wan dîktatorane ye û daxwazên milletê xwe li ber çav nagirin. Loma jî wek pêwîst xwedî li pîroziyên xwe derneketine. Loma jî helwesta wan lawaz e. "




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın