Dinya

Îsraîlê 18 Filistînî binçav kirin

Leşkerên Îsraîlê li hin herêmên Şerîeya Rojava ya dagirkirî 18 kesên filistînî binçav kirin.

Fatih Gazioğlu  | 18.10.2017 - Rojanekırın : 18.10.2017
Îsraîlê 18 Filistînî binçav kirin

Quds

QUDIS

Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li hin herêmên Şerîeya Rojava ya dagirkirî 18 kesên filistînî binçav kirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku di operasyonên li hin herêmên Şerîeya Rojava hatin kirin da bi îdiaya "tevlîbûna çalakiyên terorê" 18 kesên filistînî hatin binçavkirin

Hêzên Îsraîlê her tim diavêjin ser navnîşanên li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojavayê yên dagikirî û bi hin îdiayan va kesên ji Filistînê binçav dikin.

Di girtîgehên Îsraîlê da 300ê wan zarok nêzî 7 hezar welatiyên Filistînê hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın